Simko Reşîd: Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê, roleke mezin di aloziya Zînî Wertê de dilîze

Aloziya Zînî Wertê ya ku bi çûna hêzeke PDK’ê re rû daye, heta niha didome. PDK’ê, bi hevkariya dewleta Tirk, roleke mezin di vê aloziyê de dilîze.

Çalakvanê civaka sivîl Simko Reşîd da xuyakirin hikûmeta Başûrê Kurdisatnê bi dagirkeriyê re hevkar e û ji bo wê sîxurtiyê dike.

Çalakvanê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Yusif Îsmailzade jî diyar kir ku bêdengiya partiyên Başûr, cihê şermezarî û mixabiniyê ye û divê li hemberî Tirkiyê xwedî yek helwestê bin.

Çalakvanê civaka sivîl Simko Reşîd der barê aloziya Zînî Wertê û rewşa Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku roleke mezin ya dewleta Tirk di bûyera Zînî Wertê de heye û li dijî PKK’ê dest rêbaza sîxurtiyê kiriye. Mixabin, li herêmê alîkariya Tirkiyê tê kirin û agahî ji bo wê tê dayîn.

Simko da xuyakirin ku PDK’ê ji bo anîna hêzên Tirk alîkar e û got:

“PDK’ê, berjewendiyên xwe berî berjewendiyên neteweyî dane pêş. Hêzên di nava hikûmetê de jî ji vê yekê biyanî ne. Bi taybet YNK’ê ya ku Zînî Wertê bi ser wê ve diçe.”

Simko Reşîd da zanîn ku, aliyekî Başûrê Kurdistanê tune ye ku bibe berpirsiyarê çareserkirina pirsgirêkê, ji ber ku hikûmet tune ye û ya heyî jî bi dagirkeran re hevkar in.

Simko Reşîd: Daxuyaniyên hin aliyên siyasî yên Kurdî, careke din Kurdistanê parçe dikin

Çalakvanê civaka sivîl Simko Reşîd bal kişand li ser girîngiya kongreya neteweyî û got:

“Eger kongreya neteweyî bihata lidarxistin, wê hêzeke baş bihata avakirin. Daxuyaniyên hin aliyan, careke din Kurdistanê parçe dikin. Mîna PDK’ê ya ku dibêje PKK’ê li Başûr mêvan e û bila vegere Bakurê Kurdistanê.”

Yûsif Îsmaîlzade: Dewleta Tirk dixwaze bi behaneya PKK’ê, statuya Başûrê Kurdistanê ji holê rake

Ji aliyê xwe ve, çalakvanê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Yusif Îsmailzade jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi behaneya PKK’ê, statuya Başûrê Kurdistanê ji holê rake.

Yûsif Îsmaîlzade: Bêdengiya partî û hêzên Kurdî, cihê mixabiniyê ye, divê bibin xwedî helwest

Yusuf Îsmaîlzade dibêje :

“Hêzên Kurdî yên Başûr jî bûne beşekî proseya dagirkeriyê û bêdengî bijartiye. Ev yek, cihê mixabiniyê ye. Divê gel fişarê li partiyan bike ku li dijî Tirkiyê bibin xwedî helwest.”

Back to top button