Enqera gefa girtina Twîtterê xwar

Piştî Platforma medyaya civakî Twîtter, 7 hezar û 340 hesabên girêdayî AKP’ê girtin, Enqera gefa girtina Twîtterê xwar.

Tirkiye, girtina 7 hezar hesabên Tewîtterê yên girêdayî AKP’ê bi tundî rexne kir û destnîşan kir ku bi vê yekê wêneyê Hikumeta AKP’ê reş dikin.

Berpirisekî buroya ragihandinê a Tirkiyê ku girêdayê Erdogan e li ser girtina hesabên li Tirkiyê wiha dibêje; “Em ê çarenûsa hin rêxstinên bi van gavan rabûn, bînin bîr Şirketa Twîtterê.”

Her wiha serokê partiya DEVA Elîbacan jî bi daxuyaniyeke van kiryarên AKP’ê rexnek kir û got:” Dewlet bi riya twîtterê re nayê rêvebirin.”

Twîtterê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku wan li Çînê, Tirkiye û Rûsyayê bi deh-hezaran hesabên girêdayî dewletê, ku ji bo propagandayê dihatin bikaranîn, dane girtin.

Back to top button