Duh di êrîşeke Talîbanê li ser navendeke ewlehiyê li herêma Cor a Efxanistanê de, 7 polîsên efxanî hatin kuştin.
Piştî desteserkirina gelek deverên girîng li gundewaran, Tevgera Talîbanê dest bi êrîşên li bajarên mezin dike û navendên ewlehiyê û yên leşkerî dike armanc.
Her wiha tevî operasyonên hêzên ewlekariyê û yekîneyên artêşê yên têkbirina terorê ku li seranserî welêt pêk tên jî, lê hebûna DAIŞ’ê li Efxanistanê di dema dawî de zêde bûye.