Li dijî kirîza aborî xwepêşandanê Lubnanê berdewam dikin

Di civîna meclisa wezîran a Lubnanê ya li Seray de û hevdîtina sêalî ya di navbera serokan de, biryar hate dayîn ku dolar bikeve bazaran. Lê tevî vê yekê jî, xwepêşandan dewam dikin.

Şêniyên bajarê Xilda li dijî kirîza aborî daketin qadan û rêyên hatin çûyînê girtin, ji ber xwepêşandêran rê venekirin, erebeyekê pêl hejmarek xwepêşandêran kir.

Di encama de xwepêşandêrek birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyekî din jî piştî derketina tevliheviyan, hin xwepêşandêran dikanên li avahiya El-Azariyê ya naverasta Beyrûtê xerab kirin.

Li ser vê yekê, Yekîneyên artêşê û hêzên ewlehiyê, belav bûn.

Li Seyda jî, gelek xwepêşandêr li erdê rûniştin û sloganên berdewamkirina xwepêşandaran û redkirina krîza aborî, berz kirin.

Li Sûrê û Ekar jî li dijî rewşa heyî û bilindbûna nirxê dolar, xwepêşandan li dar ketin.

Back to top button