Wezareta Tendurstiya Hikumeta Şamê ragihand ku, 6 kesên din bi vîrûsa coronayê ketin û 3 jî rehet bûn e.
Wezareta Tenduristiyê, diyar kir ku ev 6 kes bi vîrûsa coronayê ketine danûsatandin bi xelkê bajarokê Ras El-Mera yê gundewarê Şamê kirin e.
Li gorî wezaretê, heya niha 170 kes bi vîrûsê ketine û 71 kes baş bûne, tenê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Pişt ku li bajarokê Ras El-Mera jimareke mezin bi coronayê ketin bûn, Wezareta Tendurstiyê hefteya borî ev bajarok xist bin çavdêriya tendurstiyê.