Çeteyan malan hildiweşînin û dîmenan ji xwediyên wan re dişînin

Çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dîmenên hilweşandina malan ji xwediyên wan re dîşînin da ku hêviya wan ya vegerê qut bikin.

Ev dîmen ji Girê Spî ya hatî dagirkirine.

Di dîmenan de ziyan û zirarên ku gihaştine malên sivîlan diyar dibe.

Li gel vê yekê dewleta Tirk van dîmenan ji xwediyên malan re dişîne û hewl dide hêviya wan a vegerê qut bike.

Şêniyekî ji bajarokê Silûkê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku çeteyan mala wî hilweşandin û dîmen jêre rêkirin.

Heman şêniyî anî ziman ku çeteyan bi rêya şandina van dîmenan wan agahdar dike ku hêviya vegera li malê êdî qut bikin.

Çeteyên dewleata Tirk, şêxê êla El-Henadî yê Girê Spî girt

Li aliyekî din jî çetetyên dewleta Tirk li Girê Spî Şêx êla El-Henadî, Ibrahîm El-Îsa girtin.

Çavkaniyan herêmî ji me re ragihandin ku, êla El-Henadî ji bo serbest berdana Şêxê êlê 5 milyon fîdeye dan çeteyan.

Lê heya niha, çeteyan ew berendane.

Back to top button