HERÎ KÊM 28 KES JI NAVÇEYA MABATA HATINE REVANDIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dîsan dest bi sergirtina malan dikin û sivîlan direvînin.

Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku koma bi navê qaşo Polîsa Leşkerî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin li Efrînê dest bi hemleyeke revandina ciwanan li navçeya Mabatayê kiriye.

Li gorî agahiyan armanca vê revandinê ew e ku wan bi darê zorê tevlî komên çeteyan bikin.

Heta niha jineke temenmezin jî di nav de 28 kes hatine revandin.

Li aliyekî din jî, çeteyan nêzî 250 darên zeytûnan yên şêniyê binav Hisên Hebeş yê li navçeya Cindirêsê qut kir.

Her wiha li heman gundî çeteyan nêzî 50 darên Çinarê ku temenê wan vedigere 300 salî, qut kirin.

Leave a Reply

Back to top button