Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi hezaran HDP’yîyan xwe ji bo meşa demokrasiyê amade kiriye. Lê beriya meşê waliyên faşîzma AKP’ê ketin û derketina ji Wan û Edîrneyê qedexe kir.
Ev hefteyek ji bo “Meşa Demokrasiyê” ku HDP’ê oraganize kiriye, faşîzma AKP astengiyan derdixe.
Meşa ku wê ji du baskan ve despê bike û li Enqerê bigihin hev rastî zextan tê.
Ji bo gel beşdarî meşê nebe, Waliyê Wan û Edîrne ketin û derketina bajar qedexe kir.
Waliyan sedema vê yekê vîrûs destnîşan kir.
Lê heman serokkomarê Tirkiye Erdogan ragihandibû ku ji ber wan vîrûs kontrol kiriye qedexeya derketina derve rabûye.