Artêşa Niştimanî, odeya operasyonên sereke ji nû ve saz dike  

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku guhertina di odeya operasyonan de, girêdayî guhertina dijmin û guhertina rewşê ye.

Ev yek di demekê de ye ku artêşê, odeya operasyonên sereke ji nû ve saz kir û efserin ku dikarin şerê li welêt birêve bibin, erkdar kirin.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Lîbî, serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo desteserkirina samanên Lîbyayê, ne ji bo alîkriya Lîbiyan, hatiye.

Her wiha Artêşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, di dîrokê de, her dem dewleta Tirk, maf û xaka gelan dagir kiriye û ew kirine penaber û ji hev belav kirine, mînaka kurd û ermenan.

Peyama Artêşa Niştimanî di demekê de tê ku dewleta tirk, destekdayîna Wîfaqê dewam dike û herî dawî duh 126 çete bi balafike tirkî, gihîştin Lîbyayê.

Ji bo nîqaşkirina rewşa Lîbya û Sûriyê jî, Tora Bloomberg eşkere kir ku, biryar e roja yekşemê, wezîrê derve û yê parastinê yên Rûsyayê, serdana Enqerê bikin.

Back to top button