Di nava nakokiyên li Lîbya û Sûriyê sibe hevdîtina Tirkî-Rûsî pêk tê

Li Gorî Toreya “Bloomberg” wezîrê derve û yê parastinê yên Rûsyayê dê sibe serdana Enqere bikin. Ji bo ku nakokiyên li Sûriyê û Lîbyayê nîqaş bikin.

Çavkanî ragihand ku wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov û wezîrê parastinê yê Rûsya Sergey Shoygo wê serdana Tirkiyê bikin.

Wezareta derve ya Tirkiyê jî got ku şande dê dozên herêmî (Lîbya û Sûriyê) bi Enqereyê re nîqaş bikin.

Ev serdan piştî ku serokê Rûsya Vladimir Putin bi riya telefonê bi Erdogan re di 10`ê Hezîranê de, axivî bû .

 

Back to top button