AFP JI PISPORAN PIRSÎ: TIRKIYÊ DIKARE DAIŞ JI HOLÊ RAKE?

Serokê Emerîkayê Donlad Trump ê biraya vekişîna hêzên xwe ji Sûrî da îdîa kir ku ji niha û pêve dewleta Tirk û serokê wê Erdogan dikarin DAIŞ’ê bi temamî ji holê rakin.

Trump bi vê yekê tevgera dagirkeriya Tirk di bin navê şerê li dijî DAIŞ’ê rewa nîşan da..

Lê pisporên mijarê berovajî Trump, di wê baweriyê de ne ku ti armanceke dewleta Trik a şerê li dijî DAIŞ’ê tine ye û hedefa wê ya esasî êrişa li dijî YPG’ê ye.

Ajansa Nûçeya a Fransî-AFP, têkildarî biryara Trump a vekişîna ji Sûrî û îdîaya ku wê dewleta Tirk li hemberî DAIŞ’iyên mayî şer bike, li gel hin pirsporan axivî..

Endamê Navenda Parastinê ya Emerîkayê Nicholas Heras (Nîkolas Hîras) nêrîna xwe li ser mijarê wiha tîne ziman:

Di rewşa heyî de çekdarî girêdayî dewleta Tirk ne xwedî wê hêzên ne ku karibin Rojhilatê Sûrî bidest bixin. Ji xwe ti rewabûna hêza binavê “Artêşa Sûrî ya Azad” jî tine ye

Di navbera hinên deverên ku DAIŞ’ê lê bi cih bûne û hêzên hêzên artêşa Tirk de bi sedan kîlometre hene. Ji ber wê ne mumkine ku dewleta Tirk karibe vê yekê pêk bîne.

Pisporê Sûrî li nava Enstîtuya Lêkolînan a Waşîngtonê Doçent Fabrice Balanche (Fabrîs Blanş) jî balê dikşîne ser mesafeya di navbera navendên DAIŞ û hêzên artêşa Tirk:

Di rewşa heyî de DAIŞ’ê li hin deverên derdora bajarê Ebû Kemalê ne. Yanî di navbera wan û hêzên artêşa Tirk de 400 kîlometre heye. Ne mumkine ku artêşa Tirk karibe xwe bighîne wê herêmê.

Dewleta Tirk a bi ti awayî nekarî dawiyê li hebûna Cebhet El Nusra li Idlibê bîne, wê çawa karibe hebûna DAIŞ’ê ji holê rake?

Li gorî Balanche, tişta divê Tirkiyê bike ew e ku sînorê xwe bi temamî li hemberî tevgera DAIŞ’ê bigre ye.

Endama Navenda Ramanê ya Ingilî Chatham House, Lîna Xatîb jî wiha dibêje:

Erdogan beyî ku ti projeyekê amade bike, soz daye Trump ku ew ê DAIŞ’ê ji holê rakin.

Dewleta Tirk hewl dide sûdê ji vekişîna eskerên Emerîkî bigre û bi vî awayî êrişî YPG’ê bike..

Dewleta Tirk bi rêya çekdarên artêşa Sûrî a Azad nikare ti encamê bidest bixe.

Leave a Reply

Back to top button