Ehmed Karamûs: Divê sûcdariya ‘terorê’ ya li ser PKK’ê êdî bê rakirin

Piştî Dozgeriya Swêdê diyar kir ku eleqeya Kurdan bi kuştina Olof Palme nîne, Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs ji Swêdê xwest ku lêborînê bixwaze û PKK’ê ji lîsteya terorê derxîne. 

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs têkildarî daxuyanîya Dozgerîya Siwêdê Ya derbarê kuştina Olof Palme, ji ANF’ê re axivî. Karamûs diyar kir dema ku Olof Palme hate kuştin ew di nava Federasyona Kurdan de rêveber bû û Olof Palme baş nas dikir û wiha got:

“Olof Palme dostekî rastî yê Kurdan bû. Alîgirê gelê Kurd bû. Piştgirî dida têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafên xwe.”

Karamûs destnîşan kir, ku bi sûcdariyên bêbingeh û bêdelîl ên ji aliyê du alkolîkan ve hatin kirin, polîsên Swêdê Kurd û PKK bi kuştina serokwezîrê welêt sûcdar kir, ev yek ji bo Kurdan gelekî giran bû.

Hevserokê KNK’ê ragihand ku hin sîxurên ku bi Tirkiyê re bûn di nav hikûmeta Swêdê de cih digirtin, hêzên global û Tirkiyê gelekî hewl dan ku bûyera kuştina Olof Palme bixin stuyê Kurdan û PKK’ê û got; “Wê demê medya Tirk jî her roj Kurd û rêveberên PKK’ê bi kuştina Palme sûcdar dikir. Lê bêsûcdariya PKK û gelê kurd piştî 34 salan derket holê.”

Karamûs diyar kir ku bi navê KNK’ê wan nameyek ji Serokwezîr Stefan Lofven û Wezîrê Karên Hundir re şandin û got: “Divê Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze. Her wiha divê lêborînê ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bixwaze. Pêwîst e hikumeta Swêdê mohra ‘rêxistina terorê’ ji ser PKK’ê rake û ji bo welatên din ên Ewropayê jî heman tiştî bike û bikeve nava liv û tevgerê. Ev daxwaz û hesreta gelê Kurd hemûyan e.”

Back to top button