TEV-DEM: Hikumeta Şamê ji encamên qanûnê berpirsyar e

TEV-DEM’ê Hikumeta Şamê ji encamên qanûna Qeyser ên li ser civaka Sûriyê berpirsyar dît û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bike û pêkanîna vê qanûnê rawestîne.

Qanûna Qeyser wê çend rojên din bikeve merîyetê. Hêzên navneteweyî jî ti çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûrîyê re bi pêşnexistine.

Civaka Sûrî bi salane êşê dikişîne û hikumeta Şamê jî xemsar e û ji pêkanîna diyaloga çareseriya Sûrî-Sûrî direve.

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê têkildarî mijarê daxuyanîyek weşand û hikumeta Şamê ji encamên vê qanûnê berpirsyar dît.

TEV-DEM’ê diyar ku divê hikumet li çareserî û berdêlan bigere da ku bandora vê aloziyê ya li ser gel kêm bike û got; “Ger vê yekê neke, wê bibe şîrîkê rasteqîn ê vê qanûnê.”

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku Hêzên Navneteweyî ji bo diyalogê li şûna ku zextê li hikumetê bikin bi ferzkirina qanûna Qeyser wê êş û zehmetiyên civaka Sûrî zêdetir bikin.

TEV-DEM’ê qanûna Qeyser weke şerê aborî bi nav kir û diyar kir ku ev ceza wê bandorê li tevahiya Sûriyê û li gelên ku ji bo parastina destkeftiyên xwe milên xwe dane hev bike.

TEV-DEM’ê îşaret bi encamên xirab yên vê qanûnê kir û diyar kir ku armanc jê ferzkirina xweradestkirinê û serdestiya li ser îradeya wan ya azad e.

TEV-DEM’ê civaka navnetewî, Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Rûsya jî ji encamên pêkanîna vê qanûnê berpirsyar dît û bang li wan kir ku bi lez destwerdanê bikin û pêkanîna vê qanûnê rawestînin.

TEV-DEM’ê herî dawî jî bang li gel û saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûrî hemûyan kir ku li hemberî pêkanîna vê qanûnê helwest nîşan bidin.

Back to top button