Salih Muslim: Rêya derbaskirina astengiyan, yekîtiya Kurdî ye

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê, rewşa siyasî û geşedanên dawî ji şêniyan re nirxand û dubare banga yekrêziya Kurdî kir.

Civîn, bi amadebûna dehan şêniyên bajêr, di nav de jî endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim û hevserokên Rêveberiya Xweser li dar ket.

Muslim anî ziman ku komployên navnetewî û planên bi armanca şikandina vîna gelên herêmê, berdewam in û got:

“Hêzên derve ji bo parastina berjewendiyên xwe, rêbazên herî qirêj bi kar tînin.

Di nav de Tirkiyê jî, destekê didin çeteyan da ku destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibin.”

Muslim her wiha teqez kir ku rêya derbaskirina astengiyan, yekrêziya Kurdî ye, ji ber wê bikeve xizmeta hemû gelên herêmê..

Ji lew re Muslim dubare banga yekîtiyê li hêzên Kurdî kir.

Back to top button