The Economist: Aboriya Tirkiyê bi hilweşînê re rû bi rû maye

Kovara The Economist a Brîtanî, diyar kir ku ji ber gendeliya desthilatê, siberojeke tarî li pêşiya aboriya Tirkiyê ye û dema serwerî nemîne û tevlîhevî di her alî de derkeve, dewlet jî wê têk biçe.

Di raporekê têkildarî aboriya Tirkiyê de, Kovarê bal kişand ser kirîna Pergala Parastina Asmanî S-400 a Rûsî û derxistina wê ji bernameya F- 35’an û bandora wê ya neyînî li aboriya Tirkiyê, ku rê li ber xisara bêhtirî 9 milyar dolar vekir.

Li gorî Kovarê, Tirkiyê di 5 salên dawî de, di mijarên mîna krîza mezin a dravan û nakokiyên bi Ewropa û Amerîkayê re gelek derbe xwarin.

Her wiha di kovarê de hate diyar kirin ku vîrûsa Coronayê jî bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyê kiriye.

Kovara The Economist her wiha destnîşan kir ku niha aboriya Tirkiyê di rewşeke metirsîdar a rawestînê de ye.

Tê gotin jî ku hinardeya dewletê bi paş de ketiye, nirxê lîreyê Tirkî ketiye, bêkarî gihiştiye asta herî jor û geştyariya ku salane 35 milyar dolar jê dihat qezenckirin, xwe ji sala herî xerab re amade dike.

Back to top button