“ÊRÎŞA LI SER ROJAVAYÊ KURDISATNÊ LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE”

Endamê Polîtburoya Hizba Zehmetkên a Kurdistanê Seyid Salîm derbarê Gefên Erdogan û vekişîna hêzên Amarîka ji Bakurê Sûriyeyê axivî û got:

Vekişîna Amerîka û êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser Bakurê Sûriyê li ser Başûrê Kurdistanê jî metirsî ye.

Hîwa Seyid Salîm derbarê biryara Amerîkayê û gefên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê ji ajansa Rojnews ê re axivî.

Hîwa Seyid Salîm işaret bi şoreşa gelên Sûriyê kir û got:

Vekişîna Amerîka û êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser Bakurê Sûriyeyê li ser Başûrê Kurdistanê jî metirsî ye.

Seyid Salîm da zanîn ku wê vekişîna hêzên Amarîka ya ji Rojavayê Kurdistanê gelek bandoriyê li ser şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bike û ev tişt anî ziman;

Dema ku şervanan dest bi şoreşê kirin, li dijî DAIŞ’ê rawestiyan.

Wê demê Amerîka û ti welatên din hevkariya wan nedikir.

Ji ber wê jî niha wê şervan li Rojavayê Kurdistanê bi vê îradeya pola li hemberî dijmin rawest in.

Leave a Reply

Back to top button