Balafirên Rûsî Cebel El-Zawiyê bombebaran kir

Balafirên Rûsyayê berî civîna ku îro wê di navbera Rûsya û Tirkiyê de were lidarxistin, herêma Cebel El-Zawiyê bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî a Mafên Mirovan ragihand ku, di seatên sibê de balafirên şer ên Rûs derdora El-Bara û Hereş Kefer Nebil bombebaran kirin.

Lê derbarê encama êrîşê de tu agahî nehatin bidestxstin.

Hemwextî vê êrîşê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, hewldana pêşveçûna hêzên Hikumeta Şamê li eniya gundê El-Inkawî yê Sehil El-Xab şikand.

Li aliyê din hêzên hikûmeta Şamê, gundê Qestûn ê Hemayê û gundê El-lec ê Idlibê û her wiha bajarokê Seraqib yê Rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Back to top button