Wezareta Tenduristiya Şamê pêketina 7 kesên din ragihand

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku 7 kesên din bi vîrûs Coronayê ketine.

Wezaretê diyar kir ku ev kes di encama danûstandina wan bi xelkên bajarokê Ras El-Mera yê gundewarê Şamê de bi vîrûsê ketine.

Li gorî wezaretê, heta niha li herêmên li jêr destê hikumeta Şamê, jimara kesên nexweş gihaşt 177 an.

Piştî jimarek mezin li bajarokê Ras El-Mera bi vîrûsê ketin, hefteya borî Wezareta Tenduristiyê bajarok xist bin çavdêriyê.

Back to top button