Ragihandina MÎT’a Tirk: 16 baregehên istixbarata Tirk li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê hene

Berpirsiyarê ragihandina MÎT’a Tirk Çetîner Çetîn di bernameyeke televîzyona Tirk de mukur hat ku 16 baregehên sereke yên MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê hene û bi istixbaratên herêmî re li dijî PKK’ê dixebitin.

Çetîn diyar kir ku 16 baregehên MÎT’ê li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê hene û nêzî 4 salan bi awayekî fermî li dijî PKK’ê dixebitin.

Çetîn da xuyakirin ku MÎT, bi istixbaratên herêmî yên Başûr re têkiliyên baş çêkirine, da ku têkiliyan bi şêniyên herêmê re deynin.

Li gorî Çetîn, vê yekê ji bo artêşa Tirk hêsankariyek çêkiriye.

Çetîner Çetîn di heman demê de teqez kir ku li baregehên MÎT’ê yên li Başûr, çûn û hatin, destik û telefonên PKK’ê tên şopandin.

Back to top button