Wezareta derve ya Amerîka banga derxistina hêzên biyanî ji Lîbyayê kir

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku divê hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin û bang li aliyên derve kir ku hêzên xwe yên leşkerî ji vî welatî vekişînin.

Wezaterê girîngî da insiyatîfa Qahîra ya ji bo rawestandina şerê li Lîbyayê û bang li hemû aliyan kir ku bi cidî tev li danûstandinan bibin.

Girêdayî mijarê, duh serokê Cezayîrê Ebdil Mecîd Tebûn, pêşwaziya serokê Parlemena Lîbî Eqîle Salih û şandeya pê re kir.

Di civînê de, Serokê Cezayîrê teqezî li ser girîngiya diyalogê di navbera aliyên Lîbî de kir.

Ji aliyê xwe ve, Eqîle Salih, rola Cezayîrê ji bo çareseriya aloziya li Lîbyayê bi ya girîng bi nav kir û destnîşan kir ku Tebûn wê bi serokên Tûnis û Misirê re, ji bo komkirina aliyên Lîbî li ser maseyekê, kar bikin.

Back to top button