7. SALVEGEA KOMKUJIYA ROBOSKÎ

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo salvegera 7’an a Komkujiya Roboskê nameyek ji nûnerê gelê Roboskê û wekîlê HDP’ê y girtî Ferhat Encu re şand.

Hevserokên gîştî di nameya xwe de wiha gotin:

Heta ku berpirsên Komkujiya Roboskê werin darizandin wê têkoşîna me bidome.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo salvegera 7’an a Komkujiya Roboskê nameyek ji nûnerê gelê Roboskê û wekîlê HDP’ê yê girtî Ferhat Encu re şandin.

Hevserokan di nameya xwe de kesên di komkujiya Roboskê de hatin şehîd kirin bibîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Di nameyê de wiha hat gotin:

Kurd ji bo ku ji aliyê dewletê ve werin qirkirin pêdivî pê tineye ku Kurd ti sûcî bikin tenê Kurdbûna wan bes e.

Dewleta faşîst piştî Roboskî dît ku kurd nikarin dest ji azadî û axa xwe berdin.

Ji bo wê dewleta tirk her tim çekan, zext, êşkencê û hejariyê dibe herêmên Kurdan.

Hevserokan diyar kirin ku wê nikaribin Komkujiya Roboskê bi ‘qezayeke’ bi nav bikin û wiha domandin:

Têkoşîna me ya heqî û azadiyê, têkoşîna me ya jiyana bi rûmet û aştiyê bi teqezî rojekê wê heqîqetan ronî bike.

HEVSEROKÊN HDP’Ê: HETA SUCDARÊN ROBOSLÎ WERIN DARZANDIN, EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî di dawiya nameya xwe de jî wiha dibêjin;

Em barê giran ê hemû berdêlan li milê xwe dikin, êşê parve dikin, hêrsa xwe dikin têkoşîna hevpar.

HDP’ê ji bo şopandina vê pêvajoyê komîteyek avakiriye.

Heta ku em berpirsên Roboskî bînin ber dadgehê bi hemû hêza xwe em ê têbikoşin.

Leave a Reply

Back to top button