Zelûx Reşîd: Divê jinên cîhanê li dijî tundiya li ser jinê û sûcên dewleta Tirk dakevin qadan

Seroka Desteya Jin a kantona Efrînê Zelûx Reşîd bang li tevahiya jinên cîhanê kir ku li dijî tundiya li ser jinan û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê dakevin qadan û diyar kir ku divê jin li ber saziyên NY xwepêşendanan li dar bixin û rê li pêşiya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bigirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirine û heta roja îro, hejmara jinên ku rastî tundiyê hatine belge kirin.

Li gorî serjimariya rêxistinê, çarenûsa zêdetirî 400 jinan ne diyar e.

61 jin di nav de temenmezin hatine kuştin, hejmara buyerên destavêtina li jinan jî gihaşt 64 jinî.

Têkildarî mijarê Seroka Desteya Jin a kantona Efrînê Zelûx Reşîd nirxandin kir û diyar kir ku beriya dagirkirina Efrînê, jina Efrînî azad dijiya, gelek destkeftî bi dest xist û xwe di tevahiya waran de pêş xist.

Zelûx her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û cîhanî kir ku sûcên dagirkeran paşguh nekin û ji bo mafên jinên Efrînê, dakevin qadan.

Back to top button