Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um El-Xêr û Til Leben ên navçeya Til Temirê topbaran kirin.
Di encama topbaranê de ziyan gihaşt erdê şêniyên heremê.
Wek tê zanîn, ev gundên navborî dikeve başûrê rojavayê navçeya Til Temirê û li beramberî rêya M4 ne.
Di van gundan de jî sivîl dijîn.