Êrîşên li ser Kurdên Kakeyî yên Iraqê 7 kesan jiyana xwe ji dest da

Komeke çekdar êrîşî 2 gundên navçeya Xaneqînê kirin û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şevê din komek çekdar, êrîşî gundên Dara û Mêxal ên navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyale kirin.

Li gorî agahiyên ku Nexweşxaneya Lezgîn a Xaneqînê dane di encama êrişê de 2 jê leşker 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne.

Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku rewşa birîndaran baş e û tên dermankirin.

Heta niha li herêmê ev çend car in li dijî gundên Kurdên Kakeyî êriş pêk tên.

Di encama êrîşan de, welatiyên sivîl dibin qurban.

Beregeha Tacî ya leşkerên Amerîka lê dimînin, bû hedef

Her wiha duh êvarê bi du mûşekan, êrîşî baregeha leşkerî ya Tacî a ku hêzên Amerîka lê dimînin, hate kirin.

Ajansa fermî ya Iraqê jî êrîşa ser baregeha Tacî piştrast kir.

Li gorî ajansê jî, mûşek li nêzî baregehê ketine.

Derbarê encamên êrîşê de, ti agahî nehate parvekirin.

Heya niha nayê zanîn êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Back to top button