Li Başûrê Kurdistanê vîrûs bi lez belav dibe

Li Başûrê Kurdistanê bi dehan kesên din bi vîrûsê ketin û 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li Îranê jî rewşa metirsîdar didome û 107 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Û li Bakurê Kurdistn û Tirkiyê jimara qurbaniyan zêde dibe.

Vîrûsa corona ku weke dijinê mirovahiyê tê binavkirin, heta niha jî li herêmê û cîhanê bi giştî belav dibe.

Li Başûrê Kurdistanê jî vîrûs bi lez belav dibe.

Herî zêde bandora xwe li Silêmaniyê û Hewlêrê daye, der.

Li gorî agahiyên herî dawî li Silêmaniyê 85 kesên din nû bi vîrûsê ketin.

Li aliyê din jî wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, ragihand ku îro li Hewlêrê, du kesên din ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest daye.

Kesên jiyana xwe ji dest dane, du mêrên 70 û 71 salî ne.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha 2,186 kes bi vîrusê ketine ku ji wê hejmarê jî 640 kes baş bûne û 44 nexwêşên Coronayê jî mirine.

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku tevî xeteriya vîrûsê, rewş hatiye asayîkirin, vîrûs hîna jî belav dibe.

Vîrûsê herî zêde bandor li xebatkarên tenduristiyê kiriye.

Li navçeya Tûrgûtlû ya parêzgeha Manisa, 15 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin.

 

Li gorî daneyên ku herî dawî hatine belavkirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hezar û 459 kesên din bi Coronayê ketine, 14 kesan jî jiyana xwe ji dest da ne.

Bi van daneyan re, heta niha jimara kesên bi vîrûsê ketine bû 176 hezar û 677 û jimara kesên mirine jî 4 hezar û 700 derbas kiriye.

 

Li Îranê jî hîna vîrûs di asteke xeter de belav dibe û rojane bi hezaran kes pê dikevin.

Li gorî daneyên hikûmeta Îranê di nava 24 saetên dawî de 2 hezar û 472 kes bi vîrûsê ketin û 107 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Bi van daneyan re, heta niha li Îranê 187 hezar û 427 kes bi vîrûsê ketine.

Her wiha 8 hezar û 837 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button