Şandeya Rûsya serdana xwe ya ji bo Tirkiyê betal kir

Şandeya Rûsyayê, wê derberê pêşketinên li Îdlîb û Lîbyayê de serdana Tirkiyê kiriba. Lê şandeyê ji nişka ve serdana xwe betal kir.

Şandeyek ji Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu, meqamên leşkeri û ewlekariyê yên Rûsyayê pêk tê, wê îro derberê rojev û pêşketinên li Îdlib û Libyayê de serdana tirkiyê kiriba.

Lê şandeyê serdana xwe betal kir.

Piştî hevdîtina telefonê ya di navbera Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, hat ragihandin ku serdan hatiye betalkirin.

Her çiqasî dîrokek diyar ker nehate destnîşankirin jî lê hate gotin, wê hevdîtin di demên pêş de pêk were.

Derbarê sedemê betalkirina serdanê de ti daxuyaniyek fermî nehat dayîn.

Back to top button