Ji ber kêm derfetan derbasbûna 111 malbatî ji kampa Girê Spî re hat taloqkirin

Rêveberiya Kampa Girê Spî ji ber derfetên kêm pêşwazîkirin koçberan rawestand.

Rêveberiya Kampê diyar kir ku heta niha derbasbûna 111 malbatî ji bo kampê hatiye taloqkirin.

Hevserokê rêveberiya kampê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin.

Kampa Girê Spî ya li Til Semin a Reqayê ku ji bo koçberên Girê Spî hatî avakirin ji ber kêmderfetiyê nema kare koçberan pêşwazî bike.

Rêveberiya kampê diyar kir ku wan derbasbûna 111 malbatên koçber ji kampê re rawestandine.

Der barê sedemên rawestandina pêşwazkirina koçberan hevserokê rêveberiya kampê Mihemed Şêx Elî axivî.

Mihemed Şêx Elî diyar kir ku rojane deh malbatên koçber tên kampê û rewşa hemûyan a jiyanî gelekî dijwar e.

Lê pêdiviyên bingehîn ji bo pêşwazîkirina wan ji kon, betanî, sifinc û madeyên xwarinê di nav kampê de xilas bûne.

Ev yek ji dibe sedema ku ew nikarin jimarek din a koçberan pêşwazî bikin.

Hevserokê rêveberiya kampê diyar kir ku hejmara malbatên ku hatine belgekirin û derbasbûna wan ji kampê re hatiye rawestanidn 111 ne.

Her wiha anî ziman ku ger kon û pêdiviyên din ên girîng werin peydakirin, ew dikarin 500 malbatên din jî pêwşazî bikin.

Mihemed Şêx Elî bang li aliyên têkildar û rêxitinên mirovî kir ku desteka pêwîst ji kampê re pêşkêş bikin da ku karibin malbatên koçber pêşwazî bikin.

Kampa Girê Spî 22’ê Mijdara 2019’an ji bo pêşwazîkirina koçberên Girê Spî hat avakirin.

Di kampê de 3 hezar û 380 koçber di nava 778 konan de dimînin.

Back to top button