Şengaliyên koçber bûne, vedigerin warê xwe

Şêniyên Şengalê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji cih û warên xwe koçber bibûn, piştî ku rewş asayî bû, tevî astengiyên PDK’ê, vedigerin ser axa xwe.

Kesên vegeriyane bang li koçberên Şengalê yên li kampan kirin ku ew jî vegerin ser axa bav û kalên xwe.

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin.

Ji ber hovîtî û komkujiyan, bi sedhezaran şêniyên Şengalê ji cih û warên xwe koçber bûn.

Lê niha li Şengalê her ku diçe şert û mercên jiyanê asayî dibin.

Li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, tevî astengiyên PDK’ê heta niha bi sedan Şengalî ji Başûrê Kurdistanê vegeriyane ser axa xwe.

Herî dawî du roj berê 30 malbatên ku dixwestin vegerin Şengalê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li Dihokê pêşî li wan hatibû girtin û nehiştibûn vegerin.

Piştî ku ev astengiya PDK’ê bû cihê nerazîbûna raya giştî, asayîşa PDK’ê neçar ma ku wan malbatan berde û vegerin Şengalê.

Derbarê vegera Şengalê de şêniyên Şengalê jî bang li Êzidiyên ku li Başûrê Kurdistanê yên di kampan de dimînin dikin ku ew jî vegerin.

Ji şêniyên gundê Dugurê Elyas Guro diyar kir ku ew niha vegeriyane ser xaka bav û kalên xwe û bang li kesên niha li kampan di bin şert û mercên xirab de dijîn kir ku ew jî vegerin warê xwe.

Back to top button