Gelê Tûnisê amadekariya xwepêşandanên li dijî EL-Xenûşî dike

Rewşa aborî û siyasî ya xirab û destekdayîna Serokê Parlementoya Tûnisê Raşid El-Xenûşî ji bo destwerdana Tirkiyê ya li Lîbayê, gelê Tûnisê bi hêrs dike.

Ji bo hilweşandina parlamentoya ku El-Xenûşî serokatiya wê dike, Tûnisî amadekariyên xwepêşandanan dikin.

Koordînasyonên Tevgera 14’ê Hezîranê û Itîlafa Komara Sêyemîn li Tunisê, ji bo xwepêşandanên hilweşandina parlamentoyê û guhartina rejîmê, amadekariyên xwepêşandanan dikin.

Ji bo pêşîgirtina van daxwaz û hewldanan, şaredariya Bardo ku Meclisa parlementoyê li wir e, kombûna li qada Parlementoyê bi hinceta vîrûsa corona, qedexe kir.

Ji bilî qada li Bardo, tê pilankirin ku xwepêşandan li pêşiya navenda Tevgera Nehda ku El-Xenûşî serokatiye wê dike û navendên parêzgehên din jî, werin lidarxistin.

Bangên bi daxwazên hilweşandina parlamentoyê li ser tevnên civakî ji destpêka meha Gulana borî ve, dest pê kirine.

Back to top button