Biryara Qedexeya derneketina derve 16’ê mehê bi giştî radibe

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku biryara derneketina derve li herêmên rêveberiyê wê 16’ê Hezîranê rabe.

Rêbeveriya Xweser bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê 16 mehê qedexeya beşî ya ji ber vîrûsa Coronayê hatibû ferzkirin, bi dawî bibe.

Rêbeveriyê anî ziman ku ji derveyî dergeha Tayiha û Tebqa wê hemû dergehên din heta biryarek nû girtî bimênin.

Her du dergeh jî wê ji bo nexweşan û xwendekaran vekirî bin.

Hêjayî bibrxistinê ye ku ji bo silametiya şêniyan û pêşîligirtina li vîrûsa corona, biryara derneketina derve ji 23 Adara 2020 ve hatibû ragihandin.

 

Back to top button