Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê de, jimarek sivîl birîndar bû

Ev êrîş û bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker, ji saet 12’an dest pê kir û heta berê sibehê dewam kir. Di encama bombebarana li ser Şengalê de, hinek sivîl birîndar bûn. Balafirên artêşa dagirker tîmên rizgarkirinê yên ku hewl dan birîndaran rizgar bikin jî, bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyan, di encama bombebarana li ser Şengalê de, hejmarek sivîl birîndar bû, lê hejmar ne diyar e.

Heman çavkaniyan ragihandin ku dema tîmên rizgarkiriyê yên girêdayî tîmên tenduristiyê li Şengalê hewl dan birîndaran ji cihê bombebaranê rizgar bikin, ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin armanckirin.

Bombebarana li ser Mexmûrê, 40 deqeyan bênavber dom kir

Balafirên şer ne tenê Şengal, hemwextî wê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Wargeha Penaberan Mexmûr jî bombebaran kirin.

Bombebarana balafirên dewleta Tirk li ser Mexmûrê, li ser cihên sivîlan, saet 12’an heta 12:40 dom kir.

Balafirên şer, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Çiyayê Qereçox û herêma Miştenûr bombe kirin.

Di êrîşa li Mexmûrê de, jîngehên sivîlan hatin armanckirin û bombebarankirin.

Dema ku sivîl ber bi cihê bûyerê ve diçûn, rêya xwegihandina cihê bûyerê jî hat bombebarankirin.

Li gorî agahiyên destpêkê ku ji çavkaniyên Kampa Mexmûrê hatin girtin, ziyanên canî tune ne, lê zeviyên ku ji bo xwedîkirina lawiran hatibûn çandin, ji ber bomberdûmanê şewitîn.

Ji saeta êrîş destpê kir û şûnde, tevgera balafirên keşfê hîna jî dewam kir.

Back to top button