Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê banga piştgiriyê li gelê Kurd kir

Der barê van êrîşên hovane de, Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisê Hecî Kaçan di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê gav bi paş de neavêjin û banga piştgiriyê ji gelê Kurd kir.

Kaçan got:

“Gelê Mexmûrê ji êrîşên dewleta Tirk ne biyanî ne û di jiyana xwe ya penaberiyê de gelek bedel dane.

Em li vir bang li hemû gelê Kurd û dostan dikin, ji ber bi piştgiriya wan em ê li ber xwe bidin.

Dijmin çi qasî bi rêbazek bê exlaq êrîşî gel bike jî, wê ti carî gelê me bi paş de vengere.

Êrîş wekî her car, vîn û baweriya me ya bi Rebêr Apo û Şehîdan xurttir dike.

Yên di vî şerê qirêj de hevkariya dewleta Tirk dikin jî, şermizar dikin.”

Meclisa Gel a Mexmûrê teqez kir ku ew ti caran nahêlin dorpêç, êrîş û ambargo wan bi paş de vegerînin û wê berxwedana Mexmûrê bi ser keve.

Back to top button