Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di salvegera 7’an a Komkujiya Roboskî de got,
“Ji bilî berxwedanê rêyeke din a li dijî mejiyê qirker nîne.”
Karasû banga têkoşînê li Kurdan kir.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser Komkujiya Roboskî û bûyerên piştî wê qewimîn ji ajansa Firatê re axivî.
Karasû diyar kir ku Erdogan ji bo ji ber sûcên xwe yên giran neyê darizandin dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û işaret bi Komkujiya Roboskî, komkujiyên dema berxwedana xwerêveberiyê û têkiliya wî ya bi DAÎŞ’ê re kir.
Karasû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bêhiqûqiya piştî komkujiya Roboskî hate kirin û girtina Parlamenterê HDP’ê yê ji Roboskî Ferhat Encu.
“Sedema herî mezin a girtina wî ew e ku li dijî Komkujiya Roboskî helwest nîşan da, li her derê timî teşhîr kir û nîşan da ku Erdogan di vê mijarê de sûcdar e.”
Karasû diyar kir, divê êdî helwesteke zelal li dijî desthilatdariya AKP’ê bê nîşandan û ev pirs kir:
Ji bo Erdogan, AKP nîşan bidin ku ew dijminê Kurdan e, gelo divê hîn çi bike? Ger piştî ewqas komkujiyan, eger hîn jî hinek Kurd dengê xwe didin AKP’ê û di nava AKP’ê de cih digirin, ev yek xiyaneta li nasname, li gelê xwe ye.
KURD NEÇAR IN LI BER XWE BIDIN Û TÊBIKOŞIN
Karasû da zanîn, gefên ji bo dagirkirina Rojava, êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û zîhniyeta ku li Roboskî komkujî kir, heman mejî ye û wiha dewam kir:
Divê gel, jin û ciwanên Kurd rastiya Erdogan, rastiya qirker û dijminatiya wan a li Kurdan bibînin û bi vê bîr û baweriyê têbikoşin. Eger Kurd naxwazin bên qirkirin, naxwazin ji holê werin rakirin tenê rêyek li ber wan e; ew jî berxwedan e. Ji bilî berxwedanê ti derfeteke xwe nîne ku hebûna xwe biparêzin.
Eger têkoşîn bê kirin, emrê dijmin wê kin be. Dewleta faşîst a ji ber têkoşînê qels dibe, hem li derve, hem jî li hundir zextê dike.
Divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd vê rastiyê bibînin. Roj roja têkoşînê ye.