Mihemed Ebdullah: Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re, sedema van êrîşan e

Tekildarî êrîşan, hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî bêdengî û hevkariya dewletan a bi van êrîşan re şermezar kir û diyar kir ku sedema sereke, lewaziya hikumeta Başûrê Kurdistanê bixwe ye. Meclisa Tevgerê jî anî ziman ku li hember komkujiyên ku pêk werin, hikumeta Başûr û ya Iraqê berpirsyar in.

“Hevkariya PDK bi dewleta Tirk re, sedema van êrîşan e”.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah bi vê gotinê, hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê piştrast kir û da zanîn ku hikûmet bixwe rê li ber êrîşên dagirkirinê vedike.

Ebdullah, ev êrîş bi dijminatî û nijadberestiya dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd bi nav kir û got:

“Lewaziya hikûmeta Başûrê Kurdistanê, pirsgirêkên aborî, siyasî û dijberiya partiyan li herêmê, valahiyek ava kiriye. Ev valahî rê li ber êrîşên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd vedike. Sedemên van êrîşan jî, hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye, ji ber rê li ber êrîşan vedike.”

Hevserokê Tevgera Azadî da zanîn ku Şengal û Mexmûr, bi sedan km dûrî sînorê dewleta Tirk in û ti metirsîya wan li ser ewlehiya Tirkiyê tune ye, lê dewleta Tirk a dagirker li ku derê be, êrîşê dibe ser vîna gelê Kurd.

Di vê mijarê de jî, Ebdullah îşaret bi rola desthilata Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê kir.

Ebdullah her wiha anî ziman ku dagirker dixwazin Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi giştî dagir bikin û tevlî sînorê xwe bikin.

Ebdullah diyar kir ku divê her Kurdekî bi şeref, vê rastiyê bibînê û li dijî wan serî hilde û bang li gel kir ku li dijî êrîşan bêdeng nemîne û dakeve qadan.

Tevgera Azadî: Çi komkujiyên pêk werin, hikumeta Başûr û Iraqê berpirs in

Ji aliyê din ve Meclisa Tevgera Azadî ya Germiyanê jî, daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîşa li ser Kakeyiyan bi tundî şermezar kir.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dijmin di kesayetiya Kakeyiyan de, êrîşî hemû Kurdan dike û dixwaze pêkhateya wan ji holê rake.

Meclisa Tevgera Azadî wiha got:

“Niha Kurd li her devera Kurdistanê dibin êrîşan de ne û bi taybet Başûrê Kurdistanê.
Ev jî metirsiyek mezin li ser destkeftiyên Kurdan çêdike. Erka sereke ya hikûmeta Başûr û ya Iraqê, parastina hemû pêkhateyên herêmê ye.”

Tevgera Azadî ya Herêma Germiyanê di dawiyê de da zanîn ku çi komkujiyên ku werin, berpirsyar desthilata Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ye.

Back to top button