QESRA KRÊMLÎN: DIVÊ DEVERÊN EMERÎKÎ JÊ VEKIŞIN RADESTÎ ŞAMÊ WERIN KIRIN

Rusya dixwaze ku deverên eskerên Emerîkî jê vekişin radestî Şamê werin kirin..

Lê heman Rûsya heta niha li hemberî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ti helwesteke zelal nîşan neda ye.

Berdevka Wezareta Karê Derve a Rûsyayê Marîa Zaxarova têkildarî biryara serokê Emerîka Trump a vekişandina eskerên xwe ji Sûrî civîna çapemeniyê lidar xist…

Zaxarova îdîa kir ku haya Rûsyayê ji berferehiya plana vekişîna eskerên Emerîkayê tine ye û wiha got;

Ya girîng ew e ku lazime derverên li herêma Rojhilat ên eskerên Emerîkî jê vekişin, radestî Şamê werin kirin.

Lê balkêşe ku Zaxaroca a ku welatê wê Çileyê vê salê destûr da dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir bike, bi ti awayî behsa gefên êrişa dagirkeriyê ê dewleta Tirk nekir..

Lewma Erdogan gelek caran eşekere kir ku ew ê herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bikin û di vê tevgera xwe de ti carî rê nedin rêjîma Sûrî.

Leave a Reply

Back to top button