DPA: Dewleta Tirk dixwaze li bi zextan YPG û PYD’ê bêxe lîsta terorê

Dewleta tirk a dagirker ji bo dijminahiya xwe ya li herêmê bi cihanê bide qebûlkirin şantajê dike.

Plana NATO ya parastina rojhilatê Ewropa ji aliyê Tirkiyê ve hat astengkirin.

Tirkiye ji bo pejirandina planê zextan li Ewropa dike ku PYD û YPG’ê bêxe nava lîsteya terorê.

 

Li gorî ajansa Almanî DPA ku xwe gihandî hinek belgeyan, eşkere kir ku dewleta tirk ji bo plana NATO ya parastina rojhilatê Ewropa hinek şertên xwe ferd dike.

Di belgeyên veşartî yên di navenda NATO’yê de ku ajansê xwe gihandiyê, dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe yên netewî zextê daxwaza piştevaniyê dike.

Di nava şertên ku dewleta tirk daniye pêşiya hêzên NATO’yê de careke din deskeftiyên gelên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî heye.

Dewleta tirk dixwaze NATO, PYD û YPG’ê bêxe rêza lîsta terorê û ji bo vê yekê zextan dike.

Di heman belgeyê de tê gotin, gelek aliyên NATO vê daxwazê qebûl nakin.

Back to top button