Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê herî kêm 10 xwepêşander bin çav kirin

Li başûrê Sûriyê bangên hilweşandina hikûmeta Şamê û çûna El-Esed dewam dikin. Li parêzgeha Suweydayê ji ber tengavbûna rewşa jiyanî serhildana li dijî hikûmetê li dar e .

Îro piştî nîvro dîsa bi dehan ji şêniyên bajêr daketin qadan û banga hilweşandin û berdana girtiyan kirin. Li parêzgeha Dera jî careke din xwepêşandan û nerazîbûna li dijî hikûmetê pêk hatin.

Li başûrê Sûriyê careke din serhildan li dijî hikûmeta Şamê dest pê kir.

Lê vê carê alîgirên hikûmetê bi xwe ne.

Parêzgeha Suweydayê ku ji destpêka aloziya Sûriyê sala 2011’an ve piştgirî dida hikûmeta Şamê.

Lê ji ber rewşa jiyanî ya tengav ku hebûna Beşar El-Esed li ser desthilatê, rêbenda bêdengiyê şikand û rabûn ser xwe.

Zêdetirî 10 rojan e, şêniyên parêzgeha Suweydayê bangî hilweşandina hikûmetê û çûna El-Esed dikin.

Îro piştî nîvro tevî hebûna tansiyon û seferberiyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê, dîsa bi dehan ji şêniyên bajêr li qada El-Sêr xwepêşandanek li dijî hikûmetê li dar xist.

Xwepêşanderan banga hilweşandina hikûmetê û berdana girtiyan kirin.

Hemwextî wê hikûmetê alîgirên xwe neçarî meşekê kirin.

Her wiha alîgiran êrîşî xwepêşanderan kirin û bi amûrên hişk li wan dan.

Di encamê de hinek xwepêşandêr birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê ji vê sibehê ve bi hejmareke mezin li nava qad û kolanên bajêr belav e.

Şêniyên Derayê piştgiriya xwe ji Suweydayê re didin û banga berdana girtiyan dikin

Li Derayê jî beriya 3 rojan şêniyan 2 xwepêşandan ku yek li bajêr û ya din jî li gundewarê wê li dijî hikûmetê li dar xistin.

Di xwepêşandanan de banga hilweşandina hikûmetê, çûna El-Esed û berdana girtiyan hat kirin.

Her wih xwepêşanderan piştgiriya xwe da xwepêşandanên li Suweydayê û bang li parêzgehên dîtir kirin ku ew jî rabin ser xwe.

Back to top button