Gerîlayên HPG’ê di 18’ê gulanê de li herêma Heftenînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî kirin û 3 leşker hatibûn kuştin. Gerîla TV jî dîmenê çalakiyê bi raya giştî re parve kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû:
Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.
Gerilayan 18’ê Gulanê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Konferansê ya Mezin çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.