Li Reco ji ber xizmetkarî red kir çeteyan sivîlek birîndar kir

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên xwe yên hovane li dijî sivîlan didomînin. Li navçeya Reco ya Efrînê, ji ber xizmetkariya ji çeteyan re red kir, çeteyan kesekî 37 salî gulebaran kirin.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê duh çeteyan şêniyê bi navê Ş.E (37) yê ji gundê Şingêlê yê navçeya Raco gulebaran kir.

hat gotin ji ber kesê bi navê Ş.E karê xizmetkariyê ji çeteyan re red kir, çeteyan ew birîndar kirin.

Şêniyan ew rakir nexweşxaneya Ezazê. Hat gotin ku rewşa wî giran e.

Çeteyan ji 15 kesên ku ji Mabata revandine 400 hezar lîre fidye stand

5’ê Hezîranê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Raca ya navçeya Mabata 15 sivîl revand bûn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çete ji bo berdana her şêniyekî ku revandine 400 hezar Lîreyê Sûriyê fidye standin e.

Back to top button