Li Helebçayê, 10 kes di xwepêşandanan de hatin binçavkirin

Li Helebçeyê, ji ber şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, 10 kes hatin binçavkirin û şêniyên li Hewlêrê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Şêniyên bajarê Helebçeyê xwepêşandanek li dar xist û xwestin hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.

Piştî xwepêşandanê, hêzên asayîşê 10 kesên tevlî xwepêşandanê bûbûn binçav kirin.

Şêniyên Hewlêrê jî, ji ber şermezarkirin êrîşên Tirkiye, ji aliyê PDK’ê ve hatibûn astengkirin û binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku ji Nûnertiya HDP’ê hatine girtin, li ser israr û hewldana wan, şêniyên hatibûn binçavkirin, piştî çend saetan serbest hatin berdan.

Back to top button