2 mûşek bi ser navendeke Amerîkî li balafirgeha Bexdayê ketin

Careke din balafirgeha Bexdayê hat armanckirin û 2 mûşek bi ser devereke hêzên Amerîkî de ketin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, herdu mûşek navendeke piştevaniya lojistîk ya hêzên Amerîkî li derdora balafirgeha Bexdayê kirin armanc.

Lê heya niha ti agahî der barê ziyanên candî de nehatine bidestxistin.

Artêşa Iraqî jî ragihand ku duh wan maşîneyek ku ji bo avêtina mûşekên katyuşa dihat bikaranîn, li devera Raşdiyê ya Bexdayê girt.

Ev serê çend mehan e, baregehên leşkerî û balyozxaneya Amerîkî yên li Iraqê rastî êrîşên bi mûşek tên.

Ev êrîş jî, piştî kuştina fermandarê Feyleqa Qudis a Îranê Qasim Suleymanî zêde bûn.

Back to top button