YE binpêkirinên dewleta Tirk li Lîbyayê şermezar kirin

Yekîtiya Ewropayê, binpêkirinên dewleta Tirk li Lîbyayê şermezar kir û bang li Tirkiyê kir ku şer rawestîne.Yekîtiya Afrîkayê jî, hemû destwerdanên derve di nav xaka Lîbyayê de red kir.

Wezîrê derve yê Yewnanistanê Nîkos Dendiyas ragihand ku Yekîtiya Ewropayê binpêkirinên dewleta Tirk li Lîbyayê şermezar dike.

Dendiyas diyar kir, pêşnûmaya ku Tirkiye ji xwe re dike bihane da ku destwerdanê bike, nayê qebûlkirin.

Komîserê Ewrûpî yê karûbarên derve û ewlehiyê Joseb Borell jî, bang li Tirkiyê kir ku şerê li Lîbyayê rawestîne û vegere hevkariya bi YE re.

Yekîtiya Afrîkayê destwerdanên derve li Lîbyayê red kir

Ji aliyê din ve, Meclisa Aştî û Ewlehiyê ya Yekîtiya Afrîkayê, nerazîbûna xwe li ser kûrkirina aloziya li Lîbyayê nîşan da û hemû destwerdanên derve yên li kar û barên Lîbyayê red kir.

Meclisê, di civîna xwe ya bi serokatiya Cezayîrê de ragihand ku destwerdana derve, serweriya Lîbyayê binpê dike û hewldanên aştiyê li Afrîkayê asteng dike.

Serokê komîseriya Yekîtiya Afrîkayê Mûsa Feqî, teqezî li ser rawestandina hemû rengên şer û dijminahiyê li parzemînê kir û banga qedexekirina çekan û rawestandina bazirganiya bi mirovan kir.

Fransa: Tirikyê biryara ny ya qedexeya şandina çekan binpê dike

Wezareta Derve ya Fransayê jî ragihand, di demekê de ku hikumeta Wîfaqê li ser danûstandinên rawestandina şer erê kiriye, êrîşên xwe yên bi desteka Tirkiyê dewam dike.

Berpirsekî ji serokkomariya Fransayê ji Reutersê re eşkere kir ku Fransa dixwaze dijminahiya Tirkiyê li Lîbyayê, bi endamên NATO’yê re nîqaş bike.

Berpirsê Fransî, Tirkiyê, ku endamekî NATO’yê ye, bi binpêkirina biryara NY ya qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê, tawanbar kir.

Tê zanîn, wezîrê parastinê yên NATO’yê, vê hefteyê dicivin.

Ji destpêka şerê li Lîbyayê ve, gelek însîyatîfên navnetewî ji bo bidawîbûna aloziya li Lîbyayê hatin ragihandin, a herî dawî jî Însiyatîfa Qahîrayê bû ku weke gaveke girîng ji aliyê gelek dewletan ve hatibû nirxandin.

Back to top button