Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, şevê din gundê Kêsteyan ê bajarokê Kanî Masî yê Amediyê topbaran kir.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk 2 caran gundê Kêsteyan daye ber topan. Piştî wê, balafiran jî heman gund bombebaran kir.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji ber topbaran û bombebaranê, tirseke mezin di nava şêniyên gund de çêbûye.
Şeva 15’ê Hezîranê balafirên dewleta Tirk, wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bombebaran kirin.