Di lîsteya istixbarata Alman de, Ixwan El-Muslimîn û Hizbullah hene

Istixbarata Almanyayê ragihand ku, Ixwan El-Muslimîn û Hizbullaha Libnanî, ji rêxistinên ku gefê li ewlehaiya hindirîn a Almanyayê dixwin in.

Istixbarata hindirîn a li eyeleta Baden-Württemberg a Almanyayê, rapora xwe ya salane, derbarê rêxistinên ku gefê li ewlehiya hindirîn dixwin, belav kir.

Di raporê de, Hizbullaha Libnanî û Ixwan El Muslimîn jî hene.

Di raporê de tê gotin ku di çend salên borî de, hin kes weke penaber ji Iraqê hatin Almanyayê û bandora wan di zêdekirina jimara alîgirên Îranê ya li eyaletê de hebû.

Di Nîsana borî de, Almanya bi fermî, hebûna Hizbullaha Libnanî li ser xaka xwe qedexe kir û ew weke rêxistineke terorîst bi nav kir.

Tê zanîn, baskê leşkerî yê Hizbullahê, di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de ye, lê ev yek li ser baskê wê yê siyasî ne derbasdar e.

Back to top button