Arêz Ebdullah: Divê Iraq û Başûr, helwesteke cidî nîşan bidin

Partiyên Başûrê Kurdistanê YNK’ê, Partiya Zehmetkêşan û Partiya Şûî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên dawî şermezar kirin û bang li hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk, helwestên cidî nîşan bidin. Her wiha ji bo pêşî girtîna êrîşan banga yekîtiya neteweyî kirin.

Endamê Encûmena Rêveberiya YNK’ê Arêz Ebdulla da xuyakirin ku, stratejiya Erdogan eşkere li dijî gelê Kurd e û got:

“Nabe ku Tirkiye bi behaneya hebûna PKK’ê, gund, çiya û baxên Kurdistanê bi vî awayî bişewitîne. Divê hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê helwesteke cidî nîşan bidin.”

Bextiyar Mistefa: Beşekî hêzên Başûr, bi hin dewletan ve girêdayî ne

Endamê Komîteya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan Bextiyar Mistefa jî diyar kir cîhan tev de li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng e û li Iraq û Başûr, hêzên hevpeyman di bin navên cuda de, hevrikiya hev dikin.

Bextiyar Mistefa da zanîn ku beşek ji hêzên Başûrê Kurdistanê xwe bi dewletên din ve girê daye, berjewendî û hebûna xwe di wan de dibînin. Divê yekîtiyeke neteweyî bê avakirin.

Mihyedîn Hesen: Êrîşên Tirkiyê, serweriya Iraq û Başûr binpê dikin

Serokê Fraksiyona Azadî ya Pariya Şûî ya Parlamena Başûrê Kurdistanê Mihyedîn Hesen jî êrîşên dawî yên Tirkiyê şermezar kir û got:

“Ev êrîş, ne rewa ne û serweriya Iraq û Başûr binpê dikin. Dewleta Tirk, êrîşî cihên sivîlan dike, da ku qeyrana xwe ya navxweyî veşêre.”

Mihyedîn Hesen bal kişand li ser hevdîtina berpirsiyarên Iraq, serokê MÎT’ê, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastinê yên Tirkiyê û destnîşan kir ku, her du alîyan li hev kiribe, wê metirsî zêdetir bibe.

Dewleta Tirk a dagirker, şeva 15’ê Hezîranê êrîşeke mezin li dijî Başûrê Kurdistanê da despêkirin. Balafirên dewleta Tirk, wargeha Penaberan Mexmûr, Şengal, Zap, Avaşîn, Xakurk û Qendîl bombebaran kirin.

Back to top button