DAGIRKER HEWL DIDE KURDEKÎ JÎ LI EFRÎNÊ NEHÊLE

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayên cur bi cur hewl didin şêniyekî Kurd jî li Efrînê nehêlin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand heta niha 350 hezar Efrînî bi darê zorê ji cih û warê wan hatiye derxistin.

Dewleta tirk a dagirker ji roja despêkê ya dagirkeriya xwe li Efrînê heta niha li ser armanca xwe dimeşe.

Ango, armanca xwe ya guhertina demografiya Efrînê pêk tîne.

18’ê Adarê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrîna ku cihê herê aram yê li Sûrî kir.

Bi vê êrîşa dagirkeriyê re bi hezaran Efrînî neçar man ku ji cih û warê xwe derbikevin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî ji 18’ê Adarê ve 350 hezar Kurd bi darê zorê ji Efrînê hatine derxistin.

Rêjaya Kurdan li Efrînê ji sedî 90 bû.

Lê nihe ji ber bicihkirina malbatan ji gundewarên Şam, Hums û Deraayê li Efrînê, ev rêje tenê ji sedî 15 maye.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji Efrînê, bêhtirî nîvê bajarê Efrînê malbatên çeteyan lê bi cih bûne.

Beriya dagirkeriyê hejmara malbatên Ereb li ser tiliyan dihatin jimartin.

Artêşa Tirk a dagirker Êzidî jî dane koçberkirin û li gundê wan mizgeft ava kiriye û bi dehan malbatên çeteyan û malbatên Ereb lê bi cih kirine.

Li gel wê jî artêşa Tirk a dagirker revandina sivîlan didomîne.

Bi hezaran sivîl hatine revandin û ti agahî der barê wan de nehatine bidestxistin.

Artêşa Tirk a dagirker bi vê yekê dixwaze şêniyên Efrînê yên resen neçarî derketina ji Efrînê bike.

Leave a Reply

Back to top button