Remziya Mihemed: Em bang li gel dikin ku li hember êrîşên dewleta Tirk serî hildin

Endama Kongereya Star Remziya Mihemed diyar kir ku armanca sereke ji êrişên dewleta Tirk re ew e ku Kurdan qir bike, em bang li gelê Kurd dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk serî hildin.

Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûc û kiryarên xwe didomîne.

Derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê,
Endama Kongereya Star Remziya Mihemed nerînên xwe anîn ziman.

Remziya destnîşan kir ku êrîşên dawî barbarî û hoavne ne, ji ber nexwaşxane û erebeyên ambulansê hatin hedefgirtin armanca wê ku gelê Kurd qir bike û got:

Dewleta Tirk bi êrişên xwe li ser Mexmûrê dixweze îradeya gelê ji 24 salan ve xwe bi rê ve dibe û bi derfetên biçûk jiyaneke birûmet ava kir hedef bigire.

Her wiha bi van êrişan gelê ku serî li ber zulm û zordariyê ne-tewandiye dike armanc.

Remziya Mihemed di dewamê de dibêje:

Dewleta Tirk herêma Şengalê ya ku ev demeke bû ji bin êrişên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûbû û şêniyan dest bi vegerê û avakirina rêxistina xwe kiribû, hedef digire.

Em bang li gelê kurd dikin ku li hember van êrişan serî hidin, her wiha divê hikumeta Başurê Kurdistanê bê deng nemîne.

Heya ku hikumeta Başurê Kurdistanê jî bêdeng bimîne û tu helwest li hember van êrişan nede, gelê kurd wê bersivdarê van êrişan be.

Divê hemû hêzên Kurd bibin yek û bersivê bidin êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medya, herêma Şengal û Mexmûrê.

Dewletên ku Kurdistan dagir kirine tu helwestê li hember êrişên li ser herêmên Kurdistanê nade û ji ber vê yekê divê em bi awayekî lezgîn yekitiyê ava bikin.

Back to top button