Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê hat şermezarkirin

Bertekek din ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ji Tebqa û Reqayê hat.

Rêveberiyên van herêman bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kirin.

Aliyan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rizgarkirina gel ji terora artêşa Tirk, bikevin nava hewldanan.

 

Li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê, çalakiyên nerazîbûnê li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Rêveberiyê diyar kir ku ew ê bi şêniyên Şengalê û Mexmûrê re heta nefesa dawî bisekinin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê bang li NY kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkevin.

”têkoşîna me heta têkçûna faşîzmê wê berdewam be”

Rêveberiya Jinan a Tebqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek li pêşiya navenda rêveberiyê da.

Rêveberiya Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk dewama sûcên DAIŞ’ê ye.

Her wiha teqez kir ku wê tekoşîna wan heya têkçûna teror û faşîzmê berdewam bikin.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê bang li hemû gelan kir ku li hermberî dewleta Tirk a dagirker serî hildin.

Rêveberiya sivîl a Reqayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Sivîl a Reqayê jî bi bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kir.

Meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rizgarkirina gel ji terora artêşa Tirk, bikevin nava hewldanan.

Back to top button