Li Efrîna dagirkirî, di dîmena ku ji girtîgeha çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatiye belavkirin, du xwişkên revandî yên ji navçeya Mabeta, hatin naskirin.
Malpara Afrinpostê ragihand ku di dîmenê de her du xwişkên bi navên Lunjîn Mihemed Xelîl Ebdo (25) û Rojîn Mihemed Xelîl Ebdo (19) hatin naskirin.
Di 25’ê Hezîrana 2018’an de, çeteyan her du xwişk û bavê wan ê bi navê Mihemed Xelîl Ebdo (52) yên ji gundê Dumiliya ya navçeya Mabeta, revandin.
Malparê da zanîn ku temenê Rojîn dema hat revandin, 17 salî bû û ji bo berdan wan jî çetayan 10 hezar euro fidye xwestin.
28’ê Gulana derbasbûyî, di encama şerên di navbera çeteyan de dîmenek di girtîgeheke çeteyan a li Efrînê de hate belavkirin.
Di dîmenê de 11 jinên revandî hatin xuyakirin.