Iraqê ji Tirkiyê xwest rêzê ji serweriya xaka wê re bigre

Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser Mexmûr û Şengalê Wezareta Derve ya Iraqê gazî balyozê Tirkiye yê Bexdayê kir.

Li aliyekî din, ji ber êrîşa dagirkeriya dewleta tirk ya li ser Mexmûr û Şengalê Wezareta Derve ya Iraqê gazî balyozê Tirkiye yê Bexdayê kir.

Îro Balyozê Tirkiye yê Bexdayê Fatîh Yildiz ji ber gazîkirinê serdana wezaretê kir.

Li gel wekîlê Wezareta Derve ya Iraqê Ebdulkerîm Haşim civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, hevdîtin bi taybet derbarê êrişên dewleta Tirk de bû û dayîna zanyariyan bû.

Wezîrê Iraqê careke din êrîşa li ser xaka Iraqê şermezar kir.

Li gorî daxuyaniyê bang li Tirkiyê tê kirin ku êrişên xwe rawestîne û Iraqê jî amadebûna xwe ya ji bo parastina hevbeş a sînoran a ji bo berjewendiyên herdu welatan de da ye.

Back to top button